10 July 2026 - 18:40
Source: kmr.abna24.com
Sekreterê Encûmena Ewlekariya Neteweyî hişyarî da: “Êrişkirina ser binesaziyan, dê bibe sedema bersivdayîneke rasterast û dijwar”

Sekreterê Encûmena Bilind a Ewlekariya Neteweyî: Êrişên li ser binesaziyan dê bi bersiveke hember re rû bi rû bimînin

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Ehl-ul-Beyt (s.x) –ABNA–Mihemedbaqir Zûlqedir, Sekreterê Encûmena Bilind a Ewlekariya Neteweyî di peyamekê de ragihand:

"Rûyê herî nefretkirî yê cîhanê, careke din ew tiştê ku layîqê xwe bû, anî ziman û li dijî gelê mezin û xelkê rabûyî û dilşewat ê Îranê bi kar anî.

Wî da zanîn ku ew ji ronahiya epîka dîrokî ya gelê Îran û Iraqê di merasîma oxirkirina cenazeyê pîroz ê Rêberê Şehîd de gelekî aciz û hêrs bûne.

Zûlqedir bi awayekî zelal tekez kir: ‘Wekî ku me berê jî ragihandiye, her êrişek li ser binesaziyên me dê bibe sedema bersivdayineke hember (muqabile bi misl) û rejîma sûcdar a Siyonîst jî ku pişta van kiryarên xerabkar digire, dê ji bersiva şervanên me dûr û ewle nemîne.’"

Dawiya peyamê/

Etîket (Tags):

#Encûmena_Ewlekiyê #Mihemedbaqir_Zûlqedir

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha